Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Şingalê 500 Kurdên Êzdî ji PKKê dûr ketine

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Derbo dibêje, tevî ku PKK pereyên ciwanên Êzdî yên din nav refên xwe de zêde jî kiriye, lê dîsa ew ciwan ji PKKê dûr dikevin ku heya niha 500 kesî dest ji wan berdaye.

Qasim Derbo ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema xwe, ciwanên Êzdî hatin xapandin û ji bo pereyan tevlî PKKê bûn, lê niha her yek û ji aliyê xwe ve dest ji PKKê berdide û heya niha 500 ciwanên Êzdî ji wan dûr ketine.”

Derbo wiha got: “Berê her kesekî 300 dolar ji PKKê distend, lê niha ji bo ku dest ji wan bernedin 400 dolaran didin wan, lê tevî wê zêdekirinê jî lê dîsa dest ji wan berdidin, ji ber ku ciwanên Êzdî dilê wan ser bi Herêma Kurdistanê ve ye, lewma yên ku bi PKKê re mane jî dê dest ji wan berdin.