Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Amerîka piştgîriyê li yekrêziya ENKS û QSD dike

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serkirdeyekî ENKSê Silêman Oso ragihand ku ew ligel şandeke Amerîkî civiyane û şanda Amerîkî pêngavên ENKSê bi girîng daye zanîn û piştevaniya xwe li wan kiriye.

Duhî 10.2.2020 şandeke ENKSê ligel şandeke pilebilind ji Amerîka civiya, ku şanda Amerîka pêkhatibû ji Nûnerê Amerîka ji bo Bakurê Rojhilatê Sûriyê Wîlyam Robak û Nûnera Wezareta Derve ya Amerîka Zehra Bêlî, ku li bajarê Hesekê civiyan.

Silêman Oso derbarê wê civînê ji malpera KDP.info re ragihand: “Me gelek mijar bi şanda Amerîkî re gotûbêj kirin û şanda Amerîkî helwesta xwe nîşan da û got ku ew piştgîriyê li yekrêziya di navbera ENKS û QSDê de dikin.”

Oso wiha got: “Şanda Amerîka piştevanî li pêngava ENKSê ya vekirina ofîsên xwe li Rojavayê Kurdistanê kir û ew yek wek pêngaveke baş binav kir, ew jî ji bo yekîtiya Kurdan.”

Wî serkirdeyê ENKSê wiha domand: “Me daxwaz ji Amerîka kir ku zêdetir guvaşê bike da ku koçberên Serêkaniyê û Girê Sipî û Efrînê vegerin ser malên xwe.”