Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokatiya Kurdistanî û frakisyonên Kurdistanî li Bexdayê: Divê berjewendiyên gelê Kurdistanê parastî bin

Hewlêr-KDP.info- Li baregeha Serokatia Herêma Kurdistanê li Hewlêr, bi serperiştiya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna herdû cêgirên serok, civîna aliyên sîyasî, cêgrê serokê Parlemantoya Iraqê û Frakisyonên Kurdistanî di Parlemantoya Iraqê de hat encamdan û di wê civînê de tekezî hat kirin ku divê maf û berjewendiyên Herêma Kurdistanê li Iraqê partastî bin.

Di civînê de, rewşa Iraqê û pêngavên yekxistina helwêsta aliyên sîyasî, Firakisyon û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê bo çawaya reftarkirinê li gel pêşhatên qada sîyasî ya Iraqê û Kurdistanê, herweha gotûbêj derbarê gavên piraktîkî bo pêkanîna hevpeyamaniya Kurdistanî li Bexdayê hatin gengeşekirin.

Piştî gotbêjan, danûstandinê û têbîniyên firkaisyonên Kurdistanî derbarê çawaniya reftarkirinê li gel saziyên fedralî li Bexdayê û behskirina nexşerêya reftarkirinê ligel pêşhatên Iraqê, tevaya aliyên Kurdistanî yeknerîn bûn li ser wê yekê ku pêwîst e bi yek helwêstî reftar li gel tevaya pirsan bihê kirin û gavên piraktîkî jî bo pêkanîna hevpaymaniya Kurdistanî û peyreweka giştgîr jî were amadekirin ku cihê pesindkirina tevaya firakisyonan be.

Civînê bi giringî ve, behsa rewş û pêşhatên Iraqê kir û tekezî hat kirin li ser pêwîstiya vegerandina aramiya ewlehî û sîyasî bo Iraqê û dûrketin ji tundiyê li dijî xwenîşanderên sivîl û bicîhanîna daxwazên rewa yên wan ji xizmeguzariyan û pêşerojeke baştir.

Mijareke dinî civînê, gavavêtin bû bo avakirina kabîneya bê ya Hikumeta Iraqê. Derbarê ev yekê jî aliyên amade yeknerîn bûn li ser wê yekê ku berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê parastî bin, parastina hebûna destûrî û sîyasî ya Herêma Kurdistanê û mafên destûrî yên gelê Kurdsitanê û deverên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê, bingeha sereke û hevpişka aliyên sîyasî dibe. Her gavek jî bo avakirina kabîneya nû bi hevahengî di navbera aliyên sîyasî û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê dibe bi awayekê ku mafên Herêma Kurdistanê tê de parastî bin û tevaya aliyên pişikdar di duristkirina biryarê de beşdar bin.

Civîn gelê Kurdistanê piştrast kir ku her gotûbêj û rêkeftinekê de, mafên welatiyên Herêma Kurdistanê dê di ser hertiştî re be