Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Iraqê: Divê daxwazên xwepêşanderan werin bicîhanîn

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî El Hekîm civiyan û tekezî li ser bicîhanîna daxwazên xwepêşanderan û li ber çav girtina daxwaziyên hemû pêkhatên Iraqê kirin.

Îro Sêşema 11.2.2020 Serok Mesûd Barzanî li navçeya Selaheddîn a Hewlrêrê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî El Hekîm û şandekî li gel kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê û Iraqê nirxandin û li ser proseya siyasiya Iraqê û çawayiya rûbirûbûna qeyranên Iraqê û di derbarê babeta raspardina serokwezîrê nû yê Iraqê de gotûbêj kirin.

Her di wê civînê de tekezî li ser bicihkirina daxwaziyên xwepêşanderan û li ber çavgirtina daxwaziyên hemû pêkhatên Iraqê kirin.

Gefa hizra tundiyê û egerên bihêzbûna DAIŞê mijareke din a hevdîtinê bûn