Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Balyozê Amerîka: Em rola Serok Barzanî bo jihevnêzîkirina aliyên Rojavayê Kurdistanê bilind dinirxînin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de balyozê Amîerka rola Serokê Barzanî di jihevnêzîkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de bilind nirxand.
Îro Çarşema 05.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Matthew Toller Balyozê Amerîka li Iraqê û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê hatin nirxandin.

Herwiha behsa proseya siyasî ya Iraqê û erikdarkirina Serokwezîrê nû yê Iraqê kirin û tekez kirin li ser çareserkirina pirsgirêkan û cîbicîkirina daxwazên xwepêşanderan û aramiya Iraqê.

Di beşeke dinî vê civînê de herdû alî di derbarê pêşaroja gelê Kurd li Sûriyê de axivîn û Balyozê Amerîka li Iraqê rola Serok Barzanî di jihevnêzîkirina aliyên Kurdî yên Sûriyê de bilind nirxand.

Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Amerîka û hemahengiya berdewam a di navbera herdû aliyan de hat kirin.