Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fermandarê Pêşmerge: Çekdarên DAIŞê êdî bi eşkere li sînorê Mexmûrê tên dîtin

Mexmûr-KDP.info- Duhî li Mexmûrê DAIŞ êrîş kir ser hejmareke welatiyên kampa Mexmûrê. Fermandarekî Hêzên Pêşmerge jî dibêje, beriya niha balafirên Hevpeymanan berdewam li ser Çiyayê Qereçox li Mexmûrê difiriyan û li wir û li Deşta Mexmûrê li cihên DAIŞê didan, lê niha balafir li ser navçeyê nafirin û êdî çekdarên DAIŞê bi eşkere tên dîtin.

Lîwa Ziryan Şêxwesanî Fermandarê Pêşmegre li Mexmûrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di şerê duhî de di navbera terorîstên DAIŞê û zêrevanên Kampa Mexmûrê, 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û ji kampê jî kuştî û birîndar hene, ku birîndarên wan rakirin nexweşxaneyên Hewlêrê.”

Fermandarê Pêşmerge wiha got: “Terorîstên DAIŞê ev demek e ku li sînorê Mexmûrê bi eşkere tên dîtin û diçin û tên. Eger wisa berdewam bin dê metirsî li ser xelkê Mexmûrê jî çêbibe, ji ber ku Pêşmerge li wir tune ye û DAIŞ tevgera xwe zêde kiriye.”

Lîwa Ziryan Şêwesanî wiha got: “Beriya niha balafirên Hevpeymanan berdewam li ser Çiyayê Qereçox li Mexmûrê difiriyan û li wir û li Deşta Mexmûrê li cihên DAIŞê didan, lê niha balafir li ser navçeyê nafirin û êdî çekdarên DAIŞê bi eşkere tên dîtin.”

Şêxwesanî wiha domand: “Hêzên Pêşmerge herdem amade ne ji her êrîşeke terorîstî re û em li çeperên xwe her çavdêriya tevgera çekdarên DAIŞê li ser Çiyayê Qereçox û Mexmûrê dikin.”

Tê zanîn ku heya ew navçe di destê Hêzên Pêşmerge de bûn, parastî bûn, lê niha ew navçe di destê hêzên Iraqê de ne û fermandarên Pêşmerge dibêjin hêzên Iraqê nikarin wan navçeyan biparêzin û pêwîst e Pêşmerge vegerin cihê xwe ku navçeyên Kurdistanî yên benda 140 in.