Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Swêd: Alîkariyên me yên leşkerî û mirovî bo Kurdistanê dê berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Balyozê Swêdê yê nû li Iraqê ligel Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hoşyar Sîweylî civiya û di wê hevdîtinê de got ku alîkariyên welatên wî yên leşkerî û mirovî ji bo Herêma Kurdistanê dê berdewam bin û dê berdewam be li ser alîkariya geşekirina abûriya Herêma Kurdistanê.

Di wê rûniştinê de Hoşyar Sîweylî got ku PDK amade ye ji bo bihêzkirina pêwendiyên Swêd û Kurdan, ew jî bi rêya projeyên cuda yên Swêd li Herêma Kurdistanê û xizmeta pêşkeftina Herêma Kurdistanê û pêşxistina dezgehên demokrat ên Kurdistanê.

Sîweylî wiha got: “Em spasiya alîkariyên berdewam ên Swêd û welatên endam ên di Hevpeymaniya Navdewletî de dikin. Hêvî dikin ku alîkariyên rêxistinên mirovî û nehikûmî yên ser bi Neteweyên Yekbûyî li Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo koçberan û navçeyên ku ji ber şerê terorê ziyan dîtine, berdewam bin. Herwiha em tekez dikin li ser berdewamiya piştgîrî û rahênan û perwerdeya leşkerî ya Swêd û Hevpeyamanan ji bo Hêzên Pêşmerge. Em naxwazin hêzên Hevpeymanan ji Iraqê derkevin ji ber ku hîn jî metirsiya terorê maye û karên terorîstî yên DAIŞê li ser xelkê sivîl û li ser navçeyê maye.”

Wî berpirsê PDKê wiha domand: “PDK daxwaz dike ku mafên Herêma Kurdistanê yên destûrî werin dan.”

Di wê hevdîtinê de herwiha rewşa navçeyê û şer û aloziyên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Swêdê Larş Ronos ragihand ku Swêd giringiyê bi aramî û aştî û seqamgîriya Iraqê û pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê dide. Got jî ku alîkariyên welatên wî yên leşkerî û mirovî ji bo Herêma Kurdistanê dê berdewam bin û dê berdewam be li ser alîkariya geşekirina abûriya Herêma Kurdistanê.

Balyozê Swêd dilgiraniya xwe ji ber bombebaran û topbarana artêşa Tirkiyê li ser xelkê sivîl ên Başûrê Kurdistanê yên li ser sînorê Tirkiyê nîşan da, ew jî ji ber şer û nakokiyên bi salan di navbera Hikûmeta Tirkiyê û PKKê de li ser sînor û di encamê de gelek gundên navçeyê vala bûne û xelkê sivîl dibin qurbanî wî şerî.