Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlemanterên Mûsilê bo Serok Barzanî: Hewl bide ji bo çareserkirina pirsgirêkên me

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî kir li hejmarek ji Nûnerên Parêzgeha Nînowa (Mûsil) yên Parlemantoya Iraqê û di wê rûniştinê de şanda mêvan got ku çavê wan li wê yekê ye ku Serok Barzanî hewl bide ji bo çareserkirina pirsgirêk û kêşeyên wan.

Îro Çarşema 22.01.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek ji Nûnerên Parêzgeha Nînowa yên Parlemantoya Iraqê Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Dr. Beşîr Hedad Cîgirê Serokê Parlemantoya Iraqê jî amade bû, rewşa bajarê Mûsilê û navçeyên cûda yên Parêzgeha Nînowa û jiyan û guzeraniya koçberan û karkirina ji bo vegerandina xelkê navçeyên azadkirî gotûbêj kirin.

Di beşeke dinî vê hevdîtinê de şanda mêhvan ji Serok Barzanî re behsa kêşe û girift û daxwaziyên pêkhateyên Mûsilê kirin û ragihandin ku xelkî parêzgeha Mûsilê çavê wan li wê yekê ye ku Serok Barzanî hewl bide ji bo çareserkirina kêşeyên wan.

Her di vê civînê de qurbanîdana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de bilind hat nirxandin û tekezî li ser kûrtirkirina bingehên pêkvejiyana pêkhatên olî û netewî yên Parêzgeha Mûsilê hat kirin.