Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Trump: Kêfxweş im ku ligel Nêçîrvan Barzanî me.. Nêçîrvan Barzanî: Bi navê gelê Kurdistanê spasiya we dikim

Hewlêr-KDP.info- Piştî bidawîhatina hevdîtina navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Amerîkayê Donald Trump li Korbenda Davosê, Nêçîrvan Barzanî li ser navê gelê Kurdistanê spasiya Trump kir. Donald Trump jî ragihand, wan bi awayekî baş li gel Herêma Kurdistanê kar kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro li Korbenda Davosê civiyan.

Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump konferaneke rojnamevanî encam dan.

Donald Trump ragihand: “Cihê kêfxweşiya min e ku ligel Serokê Kurdistanê Serok Barzanî me, demeke me ya diyarkirî ‎bo civînê heye. Demeke zêde ye me dixwest bicivin.”

Derbarê hêzên Amerîkayê yên li bakurê Sûriyê de jî Trump got: “Em ji hinek navçeyên sînorî yên ‎Sûriyê vekişiya ne û ev jî me bi başî ligel Tirkiyê kiriye. Hewqasî baş hatiye kirin ku hatibe bîra her ‎kesekî. Niha navçeya aram heye û pêzanînên min bo wan hemûyan hene ku wiha kirine ev dever ‎silamet bin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser navê gelê Kurdistanê spasiya Serokê Amerîkayê kir û got: “Em hevbeşên hev ên giring in, spas ji bo serkirdatiya te, spas bo piştevaniya te, me bi hev re DAIŞ têk bir. Li ser navê gelê Kurdistanê em dixwazin spas û pêzanînên xwe bînin ziman ji bo serkirdatiya te û ji bo piştevaniya te.”

Axavtinên Donald Trump û Nêçîrvan Barzanî wek xwe:


Donald Trump got:


‎“Zor sipas, cihê kêfxweşiya min e ku ligel Serokê Kurdistanê Serok Barzanî me, demeke me ya diyarkirî ‎bo civînê heye. Demeke zêde ye me dixwest bicivin. Wek hun dizanin em ji hinek navçeyên sînorî yên ‎Sûriyê vekişiya ne û ev jî me bi başî ligel Tirkiyê kiriye. Hewqasî baş hatiye kirin ku hatibe bîra her ‎kesekî. Niha navçeya aram heye û pêzanînên min bo wan hemûyan hene ku wiha kirine ev dever ‎silamet bin.  Gelekî bi girîngî, petrola me heye û me hinek serbaz bo petrolê hiştine,  ji ber me petrol ‎bidest xistiye, kar li ser vê yekê dikin û me gelekî bi başî parastiye. Herwiha bi hezaran desteserkiriyên ‎me yên DAIŞê hene, xilafeta (DAIŞ)ê ji sedî 100 têkşikand, ev navçeyeke gelekî cihê baldariyê ye, ‎herwiha peywendiyeke me ya gelekî baş heye û cihê kêfxweşiya min e ku ligel te me, gelekî spas.”‎


Nêçîrvan Barzanî jî wiha axivî:


‎“Dixwazim vê derfetê bikar bînim daku sipasiya te bikim rêzdar Serok bo pêşwazîkirina li me li Davosê, ‎wek we jî behs kir û tu dizanî demeke zêde ye li benda vê kêliyê ne. Spas bo serkirdayetiya te, sipas bo ‎piştîvaniyên te, me bi hevre DAIŞ têkşikand, loma bi navê gelê Kurdistanê dixwazim spas û pêzanên ‎xwe bînin ziman bo serkirdayetî û piştîvaniya te, spas.”‎