Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Ermenistanê civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Ermenistanê Armên Serkisyan civiyan û di wê hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Ermenistanê û hebûna derfetê ji karsaz û veberhênerên Ermenî re gotûbêj kirin.

Di berdewamiya hevdîtin û civînên xwe de li Davosê êvareya Sêşema 21.1.2020 Nêçîrvan Barzanî û Armên Serkisyan civiyan.

Di wê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û danûstandinên çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdû aliyan de, pêşhatên navçeyê û alozî û hewlên ji bo aramkirina rewşê, derfeta pêşxistina peywendiyên Kurdistanê û Ermenistanê û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.