Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şirketên petrolê yên welatan ji Kerkûkê xwe vedikşînin

Kerkûk-KDP.info- Şirketên welatan yên petrolê xwe ji Kerkûkê vedikşînin, ew jî wek şirketa BP a Brîtanî. Berpirsekî PDKê li Kerkûkê jî dibêje, ji ber xerabiya rewşa ewlehiyê li parêzgeha Kerkûkê wê şirketê xwe ji Kerkûkê vekişandiye, ji ber ku li cem wan ya herî girîng selametiya karmendên wan e.

Endamê Desteya Serokatiya PDKê Ednan Kerkûkî ragihand: “Şirketên petrolê yên welatan ji Kerkûkê diçin ji ber ku rewşa ewlehiyê xerab e û têk çûye û ew jî naxwazin metirsî li ser jiyana karmendên wan çêbibe û selametiya karmendên wan ji her tiştî girîngtir e.”

Ednan Kerkûkî wiha got: “Rewşa ewlehiya Kerkûkê pir xerab e û berdewam karên terorîstî tên kirin, lewma jiyana ti kesî di vê rewşê de selamet nabe, lewma şirketên welatan ji vir diçin û naxwazin di petrola Kerkûkê de kar bikin.”