Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Rewşa Iraqê roj bi roj xerabtir dibe

Hewlêr-KDP.info- Ev 3 roj in ku xwepêşandanên Iraqê careke din tundî tê de çêdibin û parlemantarekî Kurd li Bexdayê jî dibêje, roj bi roj rewşa Iraqê xerabtir dibe.

Parlemantera PDKê li Iraqê Xalîde Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta niha ya Iraqê demkî ye û pêwîstiya Iraqê bi hikûmeteke nû heye. Lê ji ber rewşa niha ya Iraqê û zehmet e bikaribin kesekî bikin serokê hikûmetê. Baştirîn çareserî ew e ku dema serokatiya Adil Ebdulmehdî heya çend mehan were dirêjkirin, heya ku rewş normal bibe.”

Xalîde Xelîl wiha got: “Mixabin xwepêşandanên Iraqê roj bi roj dijwartir dibin û rewş xerabtir dibe. Rast e xwepêşandan mafekî sirûştî û destûrî ye ji bo welatiyan, lê nabe tundî tê der derkeve ji ber ku rewşa Iraqê û proseya siyasî aloztir dikin.”

Xelîl wiha got: “Navê ku partiyên siyasî pêşkêş dikin, cadeya Iraqê û xwepêşander pê razî nabin û navê ku xwepêşander pêşkêş dikin, partiyên siyasî pê razî nabin, lewma çareserî dernakeve. Pêwîst e hemû partiyên siyasî li ser kesekî lihev bikin û cadeya Iraqê jî wî qebûl bikin.”