Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hikûmeta Kurdistanê termên 5 penaberên xeniqî ji Tirkiyê tîne Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Dezgeha Lutke ya Penaberan ragihand, Hikûmeta Kurdistanê termên pênc penaberên Herêma Kurdistanê yên ku li nav deryaya Ege ya Tirkiyê de xeniqîbûn, tîne Kurdistanê.

Serokê Dezgeha Lutke ya Penaberan, Arî Celal ji malpera KDP.info re ragihand ku, çend roj berê belemeke penaberên ku dixwastin bi qaçaxî ji Tirkiyê derbasî Yûnanistanê bibin, li nav deryaya Ege de binav bû û 23 penaberên kurd tê de xeniqîbûn.

Arî Celal da zanîn, heya niha termên 8 kesan hatine dîtin û yên din jî hîn wenda ne.

Serokê Dezgeha Lute dibêje, Hikûmeta Kurdistanê biryar daye termên pênc kesan li ser hesabê xwe ji Tirkiyê derbasî Kurdistanê bike û teslîmî malbatên wan bike.