Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Balafirên Hevpeymanan li ser Mexmûrê êdî nafirin, tevgera DAIŞê zêde bûye

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê PDKê li devera Mexmûrê Kirmanc Ebdulah ragihand ku ev demek e ku Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka balafirên xwe naşînin ser Mexmûrê ji bo lêdana DAIŞê, ji ber wê jî tevgera terorîstên DAIŞê zêde bûye û dest bi karên terorîstî bikin, û Heşda Şeibî jî li navçeyê mijûlî dizîna petrolê û bazirganiyê ye û guh nadin rewşa ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî.

Kirmanc Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya niha balafirên Hevpeymanan berdewam li cih û navendên DAIŞê li sînorê Mexmûrê didan, lê ev demek e ku ew balafir nayên ser Mexmûrê û DAIŞê nadin, loma jî tevgera DAIŞê pir zêde bûye û dest bi çalakiyan kirine. Beriya 2 rojan bobeyek danîbûn û teqiya û di encamê de kesek bû qurbanî.”

Ebdulah wiha got: “Valahiyeke ewlehî çêbûye û çareser ew e ku Hêzên Pêşmerge vegerin navçeyên Kurdistanî û wê valahiya ewlehî tije bikin. Xelkê wan navçeyan jî dê alîkariya Pêşmerge bikin û dê li dijî DAIŞê bin, ji ber ku gelekî baweriya wan bi Hêzên Pêşmerge heye.”

Wî berpirsê PDKê wiha domand: “DAIŞ dîsa derketiye ji ber 2 sedeman. Yekem ew e ku hêzên ku li vê navçeyê bicîh bûne ne xelkê navçeyê ne û nikarin xelkê biparêzin. Yan din jî ew e ku baweriya xelkê bi van hêzan nayê û alîkariya wan nakin, lewma roj bo roj tevgera DAIŞê zêdetir dibe. Heşda Şeibî jî li navçeyê mijûlî dizîna petrolê û karê bazirganî ye û herwiha pereyan ji xelkê distînin û bi zorê gumrikê ji xelkê distînin, loma jî xelkê nas kiriye ku ew nehatin parastina wan bikin, lê belê ji bo meramên xwe hatine.”