Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Qeter: Rola Kurdistanê di başkirina rewşa navçeyê de girîng e

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Qeter û Cîgirê Serokwezîrê Qeter Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî kir û di wê hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku hemû ew hemû hewlên xwe didin ji bo normalkirina rewşa Iraqê û ji bo vegerandina aramiyê, ku nabe Iraq bibe meydana şerê welatan. Herwiha got jî ku di vê qonaxê de ji bo rûbirûbûna metirsiya terorê Iraq bi hewceyî piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî ye.

roja Çarşema 15.1.2020 li Hewlêrê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî ligel Nêçîrvan Barzanî civiya û di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Herêma Kurdistanê serdana şanda Qeter bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi girîng dibîne. Divê hemû alî kar bikin ji bo parastina navçeyê, ku hêj metirsî û gefa DAIŞê li ser maye.”

Ji aliyê xwe ve Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî ragihand: “Em bi giringî berê xwe didin rola Herêma Kurdistanê di normalkirina rewşê de bi taybetî jî ku di pêgehekê de ye dikare bihêle alozî xav bibin. Herwiha em giringiyê bi pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê didin, ew jî di warên cuda de.”

Herwiha di civînê de herdû aliyan behsa çend mijaran kirin mîna hewlên Herêma Kurdistanê yên ligel Hikûmeta Iraqê ji bo normalkirina rewşê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Qeterê û derfeta veberhênana welatê Qeter li Kurdistanê û hatina tîmeke teknîkî ji Qeterê bo encamdana helsengandinê, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û çawaniya alîkariya wan.