Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Daxwazên Kurdan ji bo destûrê nû yê Sûriyê

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamê Desteya Danûstandinan a Sûriyê Hewas Egîd ragihand danûsandinên ji bo gehîştin bi reşnivîsa dawî ya destûrê Sûriyê berdewam in.

Hewas Egîd ji malpera KDP.info re ragihand: “Daxwazên Kurdan ji bo destûrê nû yê Sûriyê ev in: Navê dewletê bibe, Komara Sûriyê. Sûriye dewleteke xwedî pêkhateyên cuda ye. Mafê Kurdan bê garantîkirin. Ziman û kiltûrê Kurdan li Sûriyê fermî be. Pirsa mafê Kurdan pirseke niştimanî be. Kar û siyasetên xerab ên ku li dijî Kurdan hatine kirin nemînin û Kurd werin qerebûkirin.”

Egîd wiha got: “Herwiha jibilî wan daxwazan çend pirsên din hene ku girêdayî pêşeroja Kurdan li Sûriyê û beşdariya wan di rêvebirina Sûriyê ne.”