Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Em hewl didin ku Herêma Kurdistanê ji aloziyan dûr bixin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferaseke rojnamevanî de ragihand, ji rewşa niha ya navçeyê nîgeran in û keşeke nearam durist bûye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser aloziya ku ji ber êrişên Îranê yên li dijî hêzên Amerîka yên li Iraq ragihand, em ji ber rewşa niha ya navçeyê dilgiran in, ku rewşeke nearam hatiye holê.

Mesrûr Barzanî ragihand jî, em her hewlekê didin bo navçe aram bibe û herwiha erkê me parastina gel û Herêma Kurdistanê ye û em her hewlekê didin jî ji bo ku Herêma Kurdistanê ji aloziyan dûr bixin.