Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hevpeymanan bi şêweyekî demkî perwerdeya Pêşmerge û artêşa Iraqê rawestandin

Hewlêr-KDP.info- Serfermandarê Pêşmerge Cemal Êmînkî derbarê rawestandina perwerdeya leşkerî ji bo Hêzên Pêşmerge ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, dibêje, Hevpeymanan bi şêweyekî demkî rahênan û perwerdeya Pêşmerge û artêşa Iraqê rawestandine.

Cemal Êmînkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge li Iraqê berdewan di rewşa amadebaşiyê de ne û ev amadebaşiya Pêşmerge siyaseteke nayê guhertin, ji ber ku berdewam li çend navçeyan tevgera terorîstên DAIŞê tê dîtin û tê guhdarkirin.”

Serfermandarê Pêşmerge wiha got: “Niha bi şêweyekî demkî rahênan û perwerdeya Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve hatiye rawestandin. Lê em nizanin dê ev rawestandin çiqasî dirêj bike, ji ber ku biryara dawî li cem Hevpeyamaniya Navdewletî ye.”