Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokatiya Kurdistanê: Nabe Iraq bibe qada yekalîkirina şerê welatan

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Iraqê daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz ji welatan tê kirin, ku rikeberiyên xwe ji Iraqê dûr bikin û pirsgirên xwe bi gotûbêjê çareser bikin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: "Bûyerên vê dawiyê yên Kerkûk, Qaîm û li pêşiya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê nîşan in ji bo alozbûna bêtir a rewşa Iraqê û çendîn kirdar û bertek li pey xwe anîn. Her ji ber vê yekê, em wan pêngavan red dikin ku li ser axa Iraqê welatên din hesabên xwe yekalî bikin û serweriya Iraqê bê binpêkirin, ku di encamê de General Qasim Sulêymanî Fermandarê Supaya Quds û Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û hevrêyên wan bûne qurbanî, ku wan herd kesan di çend salên bihorî de xwediyê roleke berçav di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de bûn."

Di daxuyaniyê de daxwaz ji welatan tê kirin, ku rikeberiyên xwe ji Iraqê dûr bikin û pirsgirên xwe bi gotûbêjê çareser bikin û tê gotin: "Nabe Iraq bibe qada yekalîkirina rikeberiya welatan. Em daxwaz dikin pirsgirêkên xwe bi gotûbêjê çareser bikin û rêz li Iraqê û serweriya wê bê girtin. Berdewamiya vê aloziyê û kirdar û bertekan, Iraq û navçeyê ber bi rêyeke tarî û paşerojeke nexuya ve dibe û dibe sedema vejandin û bihêzkirina hêzên tundrew û terorîstî yên wek DAIŞê."

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: "Di vê rewşa aloz û hestyar de em daxwaz ji hemû aliyan dikin, aram û li ser xwe bin û rê li geşedana metirsiyan bê girtin.”