Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bê Kurdan danîna serokwezîrê Iraqê biser nakeve..Rola Kurdan dê di hikûmeta nû de mezin be

Hewlêr-KDP.info- Li gorî zanyariyan, diyarkirina kesekî ji wek serokwezîrê Iraqê nêzîk bûye. Çavdêrekî siyasî jî dibêje, bê Kurdan danîna serokwezîrê nû yê Iraqê biser nakeve û ev aloziya ku niha li Iraqê heye dê gelekî dirêj bike.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî piştî xwepêşandanên Iraqê dest ji karê xwe berda û niha Hikûmeta Iraqê karbirêker e û tê çaverêkirin ku hikûmeteke nû were avakirin.

Derbarê rewşa Iraqê, çavdêrê siyasî û wezîrê berê di Hikûmeta Iraqê de Dîndar Doskî ji malpera KDP.info re ragihand: “Danîna kesekî wek serokwezîrê Iraqê nekarekî hêsan e, ji ber ku kesê ku xwepêşander daxwaza wî dikin pir zehmet e were dîtin, ku dixwazin kesekî bêalî û serbixwe be û destê wî di gendeliyê de tune be. Êdî dê Iraq bikeve nava valahiyeke yasayî de û dê ev rewşa aloz dirêj bike.”

Her ji destpêka xwepêşandanên Iraqê û heya niha helwêsta Kurdan xuya ye, ku ligel xwepêşandanên bi hêmin û cîbicîkirina mafên wan in, lê Kurd berdewam dibêjin metirsî heye ji ber vê rewşê û gelek caran Herêma Kurdistanê hişyarî daye ji alozbûna rewşê.

Doskî derbarê rola Kurdan di danîna serokwezîrê Iraqê de ragihand: “Kurd xwedî pêgeheke bihêz in li Iraqê û li deverê, ji ber wê jî bê rola Kurdan danîna serokwezîrê Iraqê biser nakeve, ji ber ku di pirseke wisa girîng de nikarin nerîna Kurdan liberçav negrin. Bi nerîna min Kurd herdem beşeke girîng dibin ji Hikûmeta Iraqê û dûrxistina wan ziyanê dighîne proseya siyasî ya Iraqê.”