Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mehmûd Mihemed: Divê em ji alozî û guhertinên bê yên Iraqê re amade bin

Hewlêr-KDP.info- Li bajarê Hewlêrê konfransek bi navê “Xwendinek bo Guhertinan û Bandora wan li ser Herêma Kurdistanê” birêve çû. Di konfransê de Endamê Polîtburoya PDKê û Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê Mehmûd Mihemed behsa rewşa Iraqê kir û got divê guhertinên Iraqê bandoreke xerab li Herêma Kurdistanê nekin û berjewendiyên Herêma Kurdistanê bêm liberçavgirtin, partiyên Kurdistanê pêwendiyên xwe bihêz bikin û xwe ji her egerekê re amade bikin da ku ev rewş ziyanê neghîne berjewendiyên xelkê Kurdistanê.

Mehmûd Mihemed ragihand: “Derbarê rewşa Iraqê ya niha divê nerîneke me ya rast û dirust ji bo pêşhate û guhertinan hebe û em li gorî berpirsyaretiyê bin. Alozî jî li ser asta netewî û niştimanî xwedî bandor in. Divê li hemberî guhertin û aloziyên li Iraqê em bi temamî amadekariyên xwe bikin ji her egerekê re. Divê guhertinên deverê û berjewendî liberçav bên girtin, ku bi şêweyekî bin ku ziyanê neghînin berjewendiyên xelkê Kurdistanê.”

Mehmûd Mihemed wiha got: “Di vê rewşa niha de erk û berpirsyaretiyeke mezin dikeve ser milê wan partiyên Herêma Kurdistanê yên ku di Hikûmeta Kurdistanê de berşdar in. Divê her partiyek di asta wê berpirsyaretiyê de be. Divê em nehêlin ev rewşa han bandorê li ser berjewendiyên xelkê Kurdistanê bike, çi ji aliyê siyasî û çi ji aliyê aborî, yan jî ji aliyê leşkerî be. Em naxwazin ev rewşa niha ya Iraqê aloztir bibe. Em dixwazin partiyên nava Hikûmeta Kurdistanê û yên opozîsyonê vê rewşê liberçav bigrin, ji ber ku mijar niştimanî û netewî ye û divê her aliyek raje berpirsyaretiya xwe.”

Mehmûd Mihemed wiha domand: “Pêwîst e Hikûmeta Kurdistanê û Partiyên siyasî pêwendiyên xwe ligel xelkê Kurdistanê bi rêxistin bikin. Divê partiyên Kurdistanê pêwendiyên xwe jî bihêz bikin û hemû bi hevre li pêşiya metirsiyan rawestin. Pêwîst e em hemû bi hevre û bi hizreke azad li rûbirûyê wan metirsiyan bibin.”