Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li ser alîkariya penaberên Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Ewropa spasiya Herêma Kurdistanê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropa li Herêma Kurdistanê Vênst Giyom li ser rewşa Iraqê û penaberên li Herêma Kurdistanê axivîn û di wê hevdîtinê de şanda mêvan spasiya hêsankarî û hevkariyên Herêma Kurdistanê bo karên wî kir û herwiha ji ber alîkariyên Herêma Kurdistanê bo koçber û penaberan nexasim ew penaberên ku ji ber şerê vê dawiyê yê Sûriyê berê xwe dane Herêma Kurdistanê û ew karê Hikûmeta Kurdistanê bilind nirxand.

Îro Yekşema 15.12.2019 Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Vênst Giyom kir û di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa Iraqê tekez kir ku pêwîst e tundî li hemberî xwepêşanderan neyê kirin û yasa parastî be û bi şêweyeke medenî kar bi wan xwepêşanderan re were kirin. Herwiha got jî ku Herêma Kurdistanê ji bo aramî û seqamgîriya Iraqê û ji bo çareserkirina pirsgirêkan amade ye ku alîkar be.

Herwiha di wê hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa Herêma Kurdistanê û gotûbêjên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo avakirina hevpeymaniyeke Kurdistanî li Bexdayê, kir û herwiha behsa danustaninên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

Ji aliyê xwe ve Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropa spasiya hêsankarî û hevkariyên Herêma Kurdistanê bo karên wî kir û herwiha ji ber alîkariyên Herêma Kurdistanê bo koçber û penaberan nexasim ew penaberên ku ji ber şerê vê dawiyê yê Sûriyê berê xwe dane Herêma Kurdistanê û ew karê Hikûmeta Kurdistanê bilind nirxand. Herwiha got ku ji bo alîkariya penaberan ew amade ne alîkar bin û hevahengiyê bikin ligel Herêma Kurdistanê.

Di civînê de, rewşa navçeyê bi giştî û rewşa navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 û rewşa Deşta Neynewa (Mûsilê), hatin gotûbêjirin.