Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şanda PDKê di Konfransa Partiyên Siyasî yên Asya de beşdar bû

Hewlêr-KDP.info- Konfransa salane ya Rêxistina Partiyên Siyasî yên Asya ku bi (THE ICAPP) tê naskirin, ku li Têrngano birêve çû, şanda PDKê tê de beşdar bû.

THE ICAPP salane çend konfransan li ser gelek warên cuda de ku bandorê li ser jiyan û rewşa siyasî û aborî û civakî ya welatên Asya lidar dixe. Ew jî bi armanca jihevnêzîkbûn û bihêzkirina pêwendî û hevahengiya di navbera partiyên siyasî û hikûmetan de.

THE ICAPP ji zêdetir ji 300 partiyên siyasî pêk tê, ku xwedî gelek nerîn û adyolojyayên cuda ye û gelek nerîn û hizrên ji hev dûr, li xwe kom dike.

Şanda PDKê bi fermî bo wê konfransê hatibû vexwendin û di çarçoveya wê konfransê de şanda PDKê bi serokwezîr û serokê parlamentoya Têrngano re civiya.

Gotara PDKê di konfransê de ji aliyê Ebdulselam Ebdulah ve hat xwendin û tê de behsa aramî û asayişa Herêma Kurdistanê kir, ku Kurdisatan cihekî baş e ji bi torîsm û weberhênanê. Herwiha got jî ku Kurdistan cihê olên cuda ye.