Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Frakisyona PDKê: Emê bi çaksaziyê bihêlin ku serwet û samanên vî welatî vala neçin

Hewlêr-KDP.info- Frakisyona PDKê di Parlemantoya Kurdistanê de ragihand ku ewê bi rêya projeya reform û çaksaziyan şerekî mezin li dijî gendeliyê bikin.

Berdevkê Frakisyona PDKê Pêşewa Hewramanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Projeya çaksaziyê di destê Hikûmeta Kurdistanê de gihîştiye qonaxa dawî û dê nêzîk bighê Parlemantoya Kurdistanê. Em wek PDK amade ne ku piştevaniyê li wê projeyê bikin. Heya niha ti aliyek siyasî negotiye em piştevaniyê li projeya çaksaziyê nakin.”

Hewramanî wiha got: “PDK û Hikûmeta Kurdistanê bo cidî kar li ser wê projeyê dikin. Di dema hilbijartinan de jî me got ku emê şerê gendeliyê bikin û niha em kar ji bo wê yekê dikin. Emê bi rêya projeya reform û çaksaziyan şerekî mezin li dijî gendeliyê bikin. Emê bi riya yasayê bihêlin ku serwet û samanên vî welatî vala neçin.”