Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Amerîka: Emê berdewam bin li ser piştevaniya Kurdistanê û piştgîriya Pêşmerge

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de James Jeffery civiyan û di wê hevdîtinê de şanda Amerîkî tekez kir ku ewê berdewam bin li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê û piştgiriya Pêşmerge.

Îro Şemiya 7.12.2019 Mesrûr Barzanî pêşwazî kir li Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de James Jeffery.

Di wê hevdîtinê de herdû aliyan behsa guhertinên vê dawiyê yên Iraq û Sûriyê û navçeyên kirin. Herwiha herdû aliyan tekez kirin li ser berdewamiya hevahengiyê di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzêb Iraqê.

James Jeffery got ku Amerîka pêbend e bi piştevaniya Herêma Kurdistanê û piştgîriya Hêzên Pêşmerge.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Amerîka kir li hember wê piştevaniya wan ji bo Herêma Kurdistanê û got ku DAIŞ hêj gefeke mezin e li ser asayişa Iraqê û ji bo rûbirûbûna gefên wê rêxistinên terorîst pir girîng e hevahengî hebe di navbera civaka navdewletî de.