Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Amerîka pêbend e bi dostaniya xwe ya dîrokî bi Herêma Kurdistanê re

Hewlêr-KDP.info- Piştî civîna di navbera Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de James Jeffery de, herdu aliyan behsa naveroka civîna xwe kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Hikûmeta Amerîka pêbend e bi dostaniya dîrokî ya bi Herêma Kurdistanê re.

Ji aliyê xwe ve James Jeffery got: “Kêfxweş im bi dostên xwe yên Kurdistana Iraqê re dicivim. Şanaziyê bi qurbanîdana we li hember DAIŞê dikim. Hêvîdar im bi hevkarî û hevahengiya bi hevre berdewam bin, ne tenê li Iraqê, lê belê li tevahiya navçeyê.”

Derbarê êrîşên DAIŞê yên vê dawiyê de, Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de got: “Di civînê de bi amadebûna çend fermandaran, me behsa wê kir, hevkariyên me di şerê li dijî DAIŞê de berdewam dibin.”