Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karubarê Sûriye kir

Hewlêr-KDP.info- Roja şemî 07.12.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya James Jeffrey Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karubarê Sûriye û şandekî li gel kir ku ji Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêr û General Erick Hell Fermandeyê Hêzên Amerîka li Sûriye û hejmarek şêwirmendê serbazî û siyasî ya Wezareta Derveyê Amerîkayê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karubarê Sûriye pesnê wê aramî û geşbûnê kir ku li Herêma Kurdistanê da li holê daye û tekez jî li ser pêşveçûna peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdstanê kir.

Her li vê hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karubarê Sûriye serxweşiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku bi sedema şehîdbûna hejmarek Pêşmerge li êrîşên vê dawiyê ya terorîstên Da'îş li ser sengerên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û her dû alî tekez li ser hemahengî û karên hevbeşa artêşa Amerîka û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstên Da'îş de kirin.

Rewşa siyasiya Iraq û pêşketinên dawî ya li proseya siyasî û daxwaziyên xwepêşanderan mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her dû alî dilgiraniya xwe li pêşketina tundutîjî û têkçûna aramiya Iraqê nîşan da ku bandorê li ser xwe rêkxistin û zêdebûna êrîşên terorîstên Da'îş bi cîh dihêle.

Her li vê civînê de guhertinên dawî yên Bakûrê Rojhilatê Sûriye û hevkêşeyên meydanî hatin nirxandin û tekez li wê yekê kirin ku li her guhertinek da pêwîste rê li guherîna demografiya navçeyê bê girtin û êdî rê nedin gelê Kurd li Sûriye tûşî êş û azar û koçberiyê bibê. Di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karubarê Sûriye ragihand ku me pêwîstî bi şêwirîn û hevkariya Serok Barzanî heye.