Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li devera Raperîn PKK destê xwe daniye ser 20 gundan

Devera Raperîn-KDP.info- Berpirsê Liqa 11 ya PDK li Devera Raperîn a parêzgeha Silêmaniyê ragihand, PKK destê xwe daniye ser gundên nêzîkî Qendîlê, ku çekdarên wan tên nava gundên Başûrê Kurdistanê û gumrik û bacê ji xelkê distînin, lewma jî xelkê ji wan ditirsin û daxwaz dikin ku PKK ji navçeya wan derkeve.

Hîwa Geylanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Devera Raperîn, ku navçeyên Pişder û Bitwên li xwe digre digre, xwedî dîrokeke dûr û dirêj e ji Kurdayetiyê, lê niha xelkê wê di rewşeke pir xerab de dijîn, hem ji aliyê xizmetan û hem ji aliyê nebûna derfetên kar ji bo ciwanan. Pirsgirêka herî sereke li sînorê vê deverê ew e ku PKK jî hatiye û navend û cihê xwe lê daniye.”

Berpirsê Liqa 11 ya PDKê dibêje: “Xelkê vê deverê di nava tirsê de ne, ew jî ji ber hebûna cih û navendên PKKê li navçeyê, ku zêdetirî 20 gundan di bin destê wan de ne. Herwiha li gelek cihên din jî bicîh bûne. Gumrik û bacê ji xelkê me distînin. Çekdarên wan tên nava gundan û ev yek pirsgirêkê ji xelkê me re derdixe û xelk di nava tirsê de ne ku balafirên Tirkiyê ji ber wan çekdaran li gundên wan bidin û sivîl jî bibin qurbanî.”