Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Em ji guhertina demografiya Rojava û karê çekdarên tundrew dilgiran in

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî ragihand: “Em ji guhertina demografiya Rojava û karê çekdarên tundrew dilgiran in.”

Îro Sêşema 03.12.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi Serokatiya Siûd Mela Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Sûriyê û pêşhatên siyasî yên dawî û meydanî û rola welatên herêmî û navdewletî li rewşa Sûriyê, gotûbêj kirin.

Her di vê civînê de herdû aliyan dilgiraniyên xwe ji hebûna hewlên guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê û azardan û koçberkirina welatiyên Kurd ji aliyê çekdarên tundrewan ve nîşan dan.

Di derbarê pêşaroja Sûriyê de û nexşerêya aliyên Kurdî yên ji bo rûbirûbûna gefan û mîsogerkirina mafên siyasiyên gelê Kurd de, Serok Barzanî şîretên pêwîst ji bo şanda mîhvan xisterû.

Derbarê pêşeroja Sûriyê û nexşerêya aliyên Kurdî ji bo rûbirûbûna gefan û misogerkirina mafên siyasî yên gelê Kurd de, Serok Barzanî şêwirên pêwîst dane ENKSê.