Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Konsûlê Îmarat: Emê berdewam bin li ser alîkariya penaberan

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsûlê Îmarata Yekgirtî ya Erebî li Herêma Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku ewê berdewam bin li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo koçber û penaberên ku li Herêma Kurdistanê ne.

Îro Sêşema 03.12.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Ehmed El Zahirî Konsolê Giştiyê Îmarata Yekgirtî ya Erebî li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de Konsûlê Giştî yê Îmarat li Hewlêr silavên Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nihyan Cîhnişînê Ebûdabî bi Serok Barzanî gihand û bi kurtî di derbarê alîkariyên welatê xwe yên ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî behs kir û tekez jî li ser wê yekê kir ku welatê wî dê berdewam be li ser alîkariya koçber û penaberên li Herêma Kurdistan û Iraqê.

Rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îmarata Yekgirtî ya Erebî de mijareke dinî vê civînê bû.