Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Yekgirtû: Em piştgîriyê li hewlên Serokatiya Herêma Kurdistanê dikin

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez dike ku Serokatiya Herêma Kurdistanê dê li ser hewlên xwe ji bo tebayî û yekrêziyê li Herêma Kurdistanê berdewam be, ji bo yekhelwêstiya partiyên siyasî li hemberî pêşhat û bûyerên ku li Iraq û navçeyê derketine. Herwiha tekez kir ku ewê hemû hewlên xwe bidin ji bo avakirina hevpeymaniyeke Kurdistanî di Parlemantoya Iraqê de.

Îro Sêşema 3.12.2019 li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ligel herdû cîgirên xwe, serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir û ligel Emîndarê Giştî yê Yekgirtû Selahedîn Mihemed Behadîn û hejmareke serkirdeyên wê partiyê re, civiya.

Di civînê de çend mijar hatin gotûbêjkirin mîna pêşhatên dawî yên Iraqê û xwepêşandanên Bexdayê û parêzgehên din ên Iraqê, bandora wan bûyeran li ser Herêma Kurdistanê, giringiya tebayî û yekrêziya partiyên siyasî yên Kurdistanê li Bexdayê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û bûyer û pêşhatên navçeyê bi giştî.

Ji aliyê xwe ve, Emîndarê Yekgirtû hewl û pêngavên Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokatiya Herêma Kurdistanl ji bo tebayî û yekrêzî û karê hevbeş ê partiyên Kurdistanî, bilind nirxand û piştgîriya xwe û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji bo wan hewlan nîşan da.