Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Çekdarên DAIŞê yên biyanî vegeriyane Mexmûrê û hêzên xwe ava kirine

Mexmûr-KDP.info- Li sînorê qezaya Mexmûrê DAIŞ dîsa bihêz bûye û berpirsekî wê navçeyê hişyariyê dide ji ber zêdebûna tevgera wan terorîstan û dibêje, êdî çekdarên DAIŞê yên biyanî jî vegeriyane Mexmûrê û hêzên xwe ava kirine.

Kirmanc Ebdulah Berpirsê Liqa Qereçox a PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ li hemû navçeyan bihêztir û mezintir bûye. Li Mexmûrê tevgera wan destpê kiriye. Lê vê carê taktîka xwe guhertine û êdî wek ketîbe derketine û hejmareke ketîbeyên wan hene, ku xwe bi rêxistin kirne ji bo karên terorîstî li navçeyê.”

Ebdulah wiha got: “Heya niha çekdarên DAIŞê yên navxwe hebûn, lê niha li gorî zaniyariyên me çekdarên DAIŞê çekdarên biyanî jî vegeriyane û hatine tevlî wan bûne.”

Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Bihêzbûna DAIŞê metirsî ye li ser ewlehiyê û her ku ji wan re derkeve dê êrîş bikin. Mixabin rewşa niha ya Iraqê hiştiye ku ew bihêz bibin û xwe bi rêxistin bikin.”