Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li Kurdê Til Rifatê dan: 9 sivîl şehîd bûn

Ajans-KDP.info- Grûpên çekdar ên li Efrînê navenda bajarokê Til Rifatê ya li bakurê Helebê topbaran kirin, di encamê de 9 welatiyên sivîl şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn, ku praniya wan zarok in.

Îro Dûşema 2.12.2019 grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, navenda bajarê Til Rifatê bi 2 topan kirin armanc, ku topek li nêzîkî xala Heyva Sor a Sûrî ket û topa din jî li nêzîkî geraca bajêr ket.

Di encama teqîna herdû topan de 9 welatî şehîd bûn, ku piraniya wan zarok in û 12 kes jî birîndar bûn, birînên hin kesan jî giran e.

Bajarokê Til Rifatê 25 kîlometreyan li rojhilatê Efrînê ye û ji sala 2016an ve di destê YPGê de ye. Piştî dagîrkirina Efrînê zêdetir ji 200 hezar Efrînî derbederî Til Rifat û derdora wê bûne.