Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan behsa rewşa siyasî ya Iraqê û ya Herêma Kurdistanê kirin.

Îro Dûşema 02.12.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Partiya Zehmetkêşên(Kedkarên) Kurdistanê kir ku ji Belên Abdulla Sekreter û Se'îd Xalîd Cîgirê Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya sazkirina kongreya dehem ya Partiya Zehmetkêşan kir û hêviya serkeftinê ji bo serkirdayetiya nû ya wê Partiyê xwest.

Her di vê hevdîtinê de Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê spasî Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li piştevanîkirina fireh alî û aramiya siyasî ya li Herêma Kurdistanê hebû.

Rewşa siyasî ya Iraqê û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêngavên Hikûmeta Kurdistanê ya ji bo baştirkirina rewşa îdarî û aborçî ya Herêma Kurdistanê mijareke dinî vê hevdîtinê bûn.