Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî li Tirkiyê: Nabe vegera penaberên Sûriyê bi zorê be

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya konferansa rojnamevanî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re ragihand, pêwendiyên me bi Tirkiyê gelekî girîng in. Got jî: “Kêfxweş im ku dibihîsim Tirkiye bi hevkariya Netewên Yekgirtî re kar bo vegera koçberan a bi daxwaza wan bo cihên xwe dike.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, pêwendiyên me bi Tirkiyê re di warê dîrokî û stratejî de girîng in. Di çarçova guftûgoyên me de, me behsa li guhartinên navçeyê kirin û hevnerîn bûn ku aştî û aramî di berjewendiya xelkê navçeyê de ye.

Mesrûr Barzanî got jî: “Me tekezî li wê kir, divê girîngî bi pêwendiyan were dayîn û bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de geş bibe.”

Mesrûr Barzanî wiha domand: “Di guftûgoyên bi Bexdayê re berdewam dibin, ta li dawiyê bigihin rêkeftinê û Kurdistan jî dibe deriyê vekirî di rûyê Iraqê de.”

Derbarê dilgiraniyên Tirkiyê de jî wiha got: “Tirkiye berdewam dibe bi hevkariya li dijî her cureyeke terorê û divê ji nêzîk ve hevkariya hev bikin û bikarin çareseriyê bibînin.”

Derbarê Sûriyê de jî got: “Dilgiraniya me ya hevbeş heye. Gelekî xweşhal im ku min bihîstiye Tirkiye dixwaze hevkariyê bi Netewên Yekgirtî re bike, bo koçber bi daxwazên xwe vegerin cihên xwe.”

Mesrûr Barzanî tekez kir: “Vegera koçberan bo navçeyên cuda bi zorê nabe.”

Derbarê hebûna PKKê li navçeya Şingalê de, Mesrûr Barzanî got: “Mixabin desthilata me li Şingalê nîn e, ew di bin kontrola desthilata hêzên ewlehiyê yên Iraqê ye. Ji berê de, em li dijî hebûna PKKê li Şingalê û Herêmê ne. Em ligel wê nîn in PKK li Şingalê û navçeyên din hebe.”