Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bexda piştî Sersalê dê mehane tirîlyonek dînar bide Hewlêr

Bexda-KDP.info- Endamekî komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê ragihand, ji destpêka sala nû de hikûmeta Iraqê dê her meh tirîlyonek dînar bide Herêma Kurdistanê.

Parlementerê kurd û endamê komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê, Ehmed Sefar ji malpera KDP.info re ragihand, li gorî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, Herêma Kurdistanê dê ji destpêka sala nû de rojane 250 hezar bermîl petrol bide Bexdayê.

Ehmed Sefar da zanîn, Bexda jî dê mehane tirîlyonek dînar (derdora 840 milyon dolar) bide Kurdistanê.

Bi gotina wî parlementerê kurd, herwihan eger hikûmeta Iraqê kirêdî yan jî deynek ji bankên navdewletî yan jî ji welatekî biyanî stand, dê pişka Kurdistanê jî bide.