Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hemû partiyên siyasî piştevaniya yekxistina Hêzên Pêşmerge dikin

Hewlêr-KDP.info- ŞêwirmendêSerokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab piştî civîna Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê, armanc û naveroka civînê aşkera kir.

Dilşad Şehab di konfiranseke rojanamevanî de ragihand, derbarê danûstandinên Herêm û Bexdayê gotûbêj hatin kirin.

Ragehand jî: “Behsa mijara destûrê Iraqê hate kirin, ku di Civata Nûnerên Iraqê de pêngav bo guhertina wê dihên havêjtin û bo vê mebestê jî hewla yekxistin û yekgirtina nûnerên Kurd didin li Iraqê.”

Şehab amaje bi wê yekê jî da, ku pêngavên Serokatiya Herêma Kurdistanê bo yekxistina Hêzên Pêşmerge bi hevkariya Wezareta Pêşmerge û saziyên hikumetê dest pê kirine û cihê dilxweşiyê ye ku hemû partiyên siyasî piştevanê Serokê Herêmê ne ji bo vê mebestê.

Aşkera kir jî , di civînê de behsa berdewamîya peywendîyên navbera Serokatiya Herêma Kurdistanî û aliyên siyasî hat kirin ji bo ku peywendî baştir û bihêztir bin di nav Herêma Kurdistanê de.