Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Bi sedan çekdarên DAIŞê ji Sûriyê hatine Mûsilê

Mûsil-KDP.info- Ev çend roj in ku çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgeha Mûsilê dest bi tevgerê kirine û berpirsekî wê parêzgehê jî dibêje, bi sedan çekdarên DAIŞê ji Sûriyê hatine Mûsilê.

Şêx Mihyedîn Mizûrî Kargêrê Liqa 14 ya PDK li Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev çend roj in ku tevgera DAIŞê li sînorê Mûsilê zêde bûye û li hinek navçe xalên kontrolê bi eşkere danîne û azad diçin û tên. Li sînorê Mûsilê niha xwe rêxisitin dikin.”

Wî berpirsê PDKê li Mûsilê wiha got: “DAIŞ li Mûsilê her maye û bidawî nehatiye. Hîj hizra DAIŞê li di nava xelkê de maye. Serok Mesûd Barzanî jî beriya demekê got, Ebû Bekir Bexdadî hat kuştin lê DAIŞ bi kuştina wî bidawî nabe.”

Mizûrî wiha domand: “Di dema borî de rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê xerab bû û DAIŞ karî ji Sûriyê bi dizî derbasî nava Iraqê bibe. Li gorî zanyariyên me, bi sedan çekdarên DAIŞê ji Sûriyê xwe gihandine sînorê Mûsilê û niha xwe amade dikin. Herwiha beşek ji wan çekdarên ku ji Sûriyê hatine çûne sînorê Mexmûrê û Çiyayê Qereçox.”