Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Koşka Spî: Mike Pence tekez kir li ser peywendiyên bihêz ên gelê Kurd û gelê Amerîka

Hewlêr-KDP.info- Koşka Spî ya Amerîka ragihand ku Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence li Herêma Kurdistanê tekez kir li ser peywendiyên bihêz ên di navbera gelê Kurd gelê Amerîka de.

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence duh serdana Hewlêrê kir û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Koşka Spî derbarê hevdsîtinê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku di civînê de Mike Pence silavên Serokê Amerîka Donald Trump gihandin Serokê Herêma Kurdistanê û tekez li ser peywendiyên bihêz ên navbera gelê Kurd û gelê Amerîka de kir.

Mike Pence ji Nêçîrvan Barzanî re got ku piştevaniya Serkirdayetiya wî dike bo serxistina Herêma Kurdistanê.

Cîgirê Serokê Amerîkayê duhî vekirî ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re got: "Em tekeziyê li ser pêbendbûna xwe bi piştgirîkirina serkirdayetiya we û serkirdayetiya Kurd li Iraqê, dikim."

Pence got: "Cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî li dêlva serok Trump sipasiya Wilayetên Yekbûyî yên Amerîkayê dighînim gelê Kurd û herwiha tekez bikin li ser wêya ku em bi hev re kar bikin bo bigihin aştî û xweşguzariyê li navçeyê, cenabê Serok sipasiya we dikim."