Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlamentoya Kurdistanê kampaniya alîkariyê bo penaberên Rojava ragihand


 


Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî îro 24.11.2019ê di kongireyeke rojnamevanî de ragihand, Parlamentoya Kurdistanê kampaniyek bo komkirina alîkariyan bo penaberên Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Cigirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragehand: “Îro em bi amadebûna beşek ji serokên fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê ve, li serokatiya parlamentoyê ve radigehînin, îro em ji bo bicîh anîna xala heştem a 12 erkên parlamentoyê ku roja 15.10.2019ê bi dengên hemû parlamenterên Kurdistanê ve hate pejirandin, ku Parlamentoya Kurdistanê helmetekî niştimanî bo komkirina alîkariyê ji bo xwişk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê ve ji ber rewşa nexwaş û êrîşên leşkerî yên li navçeya wan pêkhatiye û ji ber wê naçar mane berê xwe dane Herêma Kurdistanê.”

Hêmin Hewramî got: “Wek desteya serokatiya parlamentoyê em spasiya destpêşxeriya parlamenterên me yên birêz ên hemû fraksiyonan dikin, ku wek erkekî parlamenter ê mirovî û niştimanî ev helmet nav salona parlamentoya Kurdistanê de hat ragihandin.”

Herwaha got: “Di vê helmetê de hemû parlamenter û fermanberên Kurdistanê beşdar dibin bo komkirina alîkarî û piştevaniya madî bo hemû wan koçberên ku niha li Herêma Kurdistanê ne bi giştî û bi taybet jî xwişk û birayên koçber û penaber ên Rojavayê Kurdistanê ve hatine.’’

Li gorî amarên dawî yên Wezareta Navxwe yên Hikûmeta Kurdistanê, heya niha û piştî şerê dawî yên li Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 17 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê hatine Herêma Kurdistanê û li kampên Berdereş û Gewêylan ên parêzgeha Duhokê bicîh bûne.