Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

ENKS bernameya xwe ji bo qonaxa bĂȘ amade dike

 

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî ENKS dibêje, ev çend roj in ku serkirdatiya ENKSê dicive û gotûbêjan dike ji bo ku li ser hemû astan amade bin û daxwazên xwe amade bikin, hem ji bo gotûbêja ligel TEV-DEMê û destûrê nû yê Spriyê û hem ji bo herdû kongreyên Asîtana û Cinêfê û îro jî biryara xwe ya dawî didin.

Newaf Reşîd ji mapera KDP.info re ragihand: “Ev çend roj in ku li bajarê Hewlêrê ENKS gotûnêjan dike ji bo ku bernameya xwe amade bike ji bo qonaxa bê li ser hemû astan. Gotûbêjên me ligel PYDê li ser destpêşxeriya Amerîka û Mezlûm Ebdê bû ji bo yekrêziya Kurdan li Sûriyê, ku niha em wê jî gotûbêj dikin. Herwiha em behsa kongreyê Asîtana yê ku dê 10 meha bê û kongreyê Cinêfê yê ku dê 9ê meha bê destpê bikin, dikin. Herwiha em xwe amade dikin ji bo proseya nivîsandina destûrê nû Sûriyê.”

Reşîd wiha got: “ENKS îro civîna xwe ya dawî encam dide û biryara xwe ya dawî dide derbarê wan hemû pirsan.”