Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Metirsiya DAIŞê li ser navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 zêde bûye”

Hewlêr-KDP.info- Serokê Komîteya Navçeyên Kurdistanî di Parlamentoya Kurdistanê de Ciwan Rojbeyanî ragihand ku metirsiya DAIŞê li ser navçeyên Kurdistanî zêde bûye û tenê Pêşmerge dikarin ewlehiya wan navçeyan biparêzin.

Ciwan Rojbeyanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Haya me ji metirsiya DAIŞê li ser navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 heye û tenê çareseriyek ji wê rewşê re heye ew jî lihevkirina Herêma Kurdistanê û Bexda ye ji bo ku Pêşmerge vegerin wan navçeyan, ji ber ku tenê Pêşmerge dikarin rewşa wan a ewlehî biparêzin.”

Rojbeyanî wiha got: “Piştî têkçûna rewşa Sûriyê hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê ji Sûriyê xwe gihandine Iraqê û beşek ji wan karîne xwe bighînin navçeyên Kurdistanî. Herwiha ew şaneyên veşartî yên ku li Iraqê bûn, dîsa xwe rêxisitin kirine û rojane karên terorîstî dikin.”