Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Parlamentoya Ewropa: Operasyona Tirkiyê binpêkirina yasayên navdewletî ye

Ajans-KDP.info- Serokê Parlamentoya Ewropayê David Maria Sassoli ji ber operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê bi tundî şermezar dike.

Serokê Parlamentoya Ewropayê David Maria Sassoli ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu li Brûkselê kom bû.

Piştî hevdîtinê, Serokê Parlamentoya Ewropayê ragihand, wî ji ber operasyona Tirkiyê li bakurê Sûriyê, hikûmeta Tirkiyê bi tundî şermezar kiriye û got: “Operasyona Tirkiyê binpêkirina giran a yasayên navdewletî ye.”

David Maria Sassoli herwiha dibêje, wî di hevdîtina xwe ya ligel Çavuşoglu de, lêgerîna neyasayî ya Tirkiyê li enerjiyê li Deryaya Spî aniye rojevê û diyar kiriye ku ew li gor yasayên navdewletî rêz li mafê serweriya Kibrisê digirin û ligel Kibrisê di nava hevahengiyek xurt de ne