Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Frakisyona PDKê: Divê Helebce jî wek parêzgeh were hesabkirin

Helebçe-KDP.info- Li Iraqê projeyên nû yên ji yasaya hilbijartinan hatine amadekirin û tê de Helebce wek parêzgeh nehatiye nîşandan. Lê Seroka Frakisyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de Dr. Viyan Sebrî dibêje, zilm li Kurdistanê hatiye kirin û divê Helebce jî wek parêzgeh were hesabkirin.

Dr. Viyan Sebrî ji malpera KDP.info re ragihand: “2 projeyasa hatine amadekirin ji bo yasaya hilbijartinan li Iraqê û herdû jî gihîştine Parlamentoya Iraqê. Lê em wek parlamenterên Kurd li Bexdayê têbîniyên me li ser wê projeyê hene û em nahêlin bi vî awayî ew proje bibe yasa.”

Sebrî wiha got: “Nabe Helebce wek parêzgeh hesab nekin. Herwiha dixwazin hejamra kursiyên Herêma Kurdistanê gelekî kêm bikin.”