Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“DAIŞ li navçeyên Kurdistanî bihêz bûye û li derfetê digerin ji bo ku êriş bikin”

Hewlêr-KDP.info- Li hinek navçeyên Iraqê çekdarên ser bi DAIŞê ve, ev çend roj in ku dest bi tevgerê kirine. Fermandarekî Pêşmerge jî hişyariyê dide ji bihêzbûna DAIŞê û dibêje, ew terorîst li derfetekê digerin ji bo ku êriş bikin.

Nûrî Heme Elî Berpirsê Eniya Başûr û Rojavayê Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ û tundrewên wek wê li Iraqê xwe bihêz dikin û li derfetekê digerin ji bo ku êrişan bikin. Li her dereke cîhanê ji destê wan were dê karên terorîstî bikin û dê sivîlan bikujin. Dixwazin ji cîhanê re bêjin em hene.”

Li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 ku niha di bin destê hêzên Iraqê de ne, DAIŞ bihêz bûye ji ber ku hêzên Iraqê nikarin wan navçeyan biparêzin. Wî fermandarê Pêşmerge derbarê rewşa wan navçeyan wiha got: “Cihê pirsyarê ye ku heya niha kar li ser wan navçeyan nehatiye kirin û divê Hikûmeta Iraqê ligel Hêzên Pêşmerge bilez kar bikin ji bo nemana wan terorîstan û ji bo ku êdî DAIŞ li wir bihêz nebe.”

Heme Elî wiha domand: “Pêwîst e Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hevre operasyonan bikin ji bo ji navbirina DAIŞê li wan navçeyên ku valahiya ewlehî li wan çêbûne. DAIŞ li wan navçeyan bihêz bûye ji ber ku Pêşmerge ne li wir e û Pêşmerge dikare wê metirsiya DAIŞê nehêle.”

Herwiha ragihand: “Tevgera DAIŞê li nêzîkî Kerkûkê jî heye û çekdarên wê dest bi karên terorîstî kirine. Xalên kontrolê datînin. Li nava xelkê jî dest bi propagendeyan ji xwe kirine.”