Bexda-KDP.info- Parlamrnterekî PDK li Bexdayê dibêje, di pêvajoya guhertina Destûrê Iraqê de destkariya mafê Kurdan nayê kirin, nexasim jî federalî û madeya 140 a navçeyên Kurdistanî.
Parlematerê PDK li Bexdayê Beyar Doskî ji malpera KDP.info re ragihand: “Komîteya guhertina destûrê Iraqê berdewam e li ser kar û civînên xwe û bi şêwir ligel yasanas û pisporên di warê destûr de, ji bo ku ew madeyên ku pêwîst e bên guhertin,werin guhertin û parlamento jî deng li ser wan guhertinan bide.”
Beyar Doskî wiha got: “Cihê dilxweşiyê ye ku hemû aliyên Iraqê li ser wê yekê hevnerîn in ku qet nabe destkariya wan madeyan bê kirin ku girêdayî mafên Kurdan e, nexasim fedralî û madeya 140. Piraniya parlamenterên Iraqê ligel wê yekê ne ku mafê Kurdan parastî bin.”