Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî piştevaniya Herêma Kurdistanê bo aramiya Iraqê tekez dike

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtin û civînên bi partî û aliyên siyasî yên Iraqê re li Bexdayê, tekezî li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê bo aramiya ewlehî û siyasî ya Iraqê kir û amadehiya Herêma Kurdistanê bo hevkarî û hevahengiya pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêkan derbirî. Herwiha ronî kir, ku bûyer û rewşa Iraqê bandorê li ser tevahiya Iraqê bi Herêma Kurdistanê dike û divê hemû ew hemû bo serederîkirina bi rewşê re û çareserkirina pirsgirêkan, berpirsatiyê hilgirin.

Di dirêjahiya serdana xwe bo Bexdayê de, îro 13ê Mijdarê Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re bi awayekî cuda bi Serokê Tevgera Hîkme Emar El Hekîm, Serokê Hevpeymaniya Bîna Hadî Amirî, Serokê Desteya Siyasî ya Tevgera Sedir Nesar El Ribeyî û şanda pê re, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî û Serokê Fraksiyona Niştimanî Eyad Elawî civiya.

Di civînan de, rewşa Iraqê bi giştî, girîngiya xwendin û têgihîştineke rastiyane ji rewş û qonaxê re, xwepêşandan û sedem û derencamên wê, çawaniya çareserkirina pirsgirêkan û bicihkirina daxwazên welatiyan û pêşbîniyên dahatî yên sîstem û proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin. Herwiha girîngî li hevkarî û hevahengiya di navbera hêz û aliyên siyasî yên Iraq bo çawaniya serderîkirina bi rewş û pêşhatan hat kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re, ku ji Cîgirên Serok Mistefa Seyid Qadir û Şêx Cafer Mistefa û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî pêk hatibû, bo hevdîtin û civîna bi her sê serokatiyên Iraq Federal û hêz û aliyên siyasî yên Iraqê, îro danê sibê gihîşt bexdayê û piştî hevdîtinan vegeriya Hewlêrê.