Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih tekezî li ser aramî û seqamgiriya Iraqê kirin

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokmarê Iraqê Berhem Salih li Bexdayê civiyan û di wê hevdêtinê de herdû aliyan tekez kirin li ser aramî û seqamgîriya Iraqê.

Nêçîrvan Barzanî û şanda ligel wî bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re civiyan û di civînê de, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmetea Federalî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de herdû aliyan tekez kirin li ser girîngiya aramî û seqamgiriya li welatî û peydakirina jiyaneke baştir ji bo welatiyan.