Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî bo Serokê Parlamentoya Iraqê: Cîbicînekirina destûr pirsgirêka Iraqê ye

Bexda-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Paralmentoya Iraqê Mihemed Helbûsî li Bexdayê civiyan û di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî ji Helbûsî re got, pirsgirêka Iraqê ne destûr e, lê cîbicînekirina destûr e.

Di wê civînê de, Nêçîrvan Barzanî derbarê guhertina destûra Iraqê de dûpat kiriye ku ne destûr bi xwe, lê cîbicînekirina destûrê pirsgirêk e û her sererastkirina an guhertineke di destûrê de divê di berjewedniya Iraq û di ber aramî û seqamgiriya welat de be û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û tevahiya pêkhateyên li Iraqê bi giştî biparêze.

Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, pêşhateyên li Iraqê bi giştî, proseya guhertina destûrê bi taybetî hatin gotûbêjkirin. Herwiha herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku sererastkirin û guhertinên di destûrê de divê bo xizmet û berjewendiya tehaviya pêkhateyên Iraqê û li gor mekanîzma destûrî be.

Rewşa Iraqê, xebatên parlamentoyê, hemahengiya di navbera firaksiyonan de, rola Encûmena Nûneran a Iraqê ya bo çareserkirina pirsgirêkan û çawaniya miameleya li gel rewşê û proseya siyasî ya li welat bi giştî û herwiha çend pirsên din ên peywendîdar bi herdu aliyan ve di civînê de behs li ser hatine kirin.