Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih li Bexdayê behsa guhertina destûr kirin

 

Bexda-KDP.info- Şanda serokatiya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî, seredan koçka Selam a Serokatiya Komara Iraql kir û ji aliyê serokomar, Behem Salih ve hat pêşwazîkirin.

Îro Çarşema 13.11.2019 Nêçîravan Barzanî Sserokê Herêma Kurdistanê, bi serokatiya şandeke serokatiya Herêma Kurdistanê çû Bexdayê û li gel Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê Iraqê û Mehmed Helbûsî Serokê Parlamentoya Iraqê civiya û dûv re jî li gel Serokomarê Iraqê civiya.

Piştî temambûna civîna şanda serokatiya Herêma Kurdistanê û serokomarê Iraqê, Beşîr Hedad Cêgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, ku ew jî di civînê de amade bû ji rojnamevanan re ragehand: “Di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê behsa guhertina destûrê Iraqê kirin. Behsa wê yekê hat kirin ku hikuemta Herêma Kurdistanê li gel gihertina destûr e lê bi awayekî ku ji destûrê niha baştir bibe û xizimeteke zêdetir a gelê Iraqê bike.”

Herweha Viyan Sebrî Seroka Firakisyona Partiya Demokrata Kurdistanê di Parlamentoya Iraqê de, ji rojanamevanan re gotiye: “Bi giştî gotûbêj derbarê dû teweran bûn, ku pêkhatibûn ji guhertina destprê Iraqê û xwepêşandanên niha yên Iraqê.”

Gotiye jî: “Tewereke dî ya ku axivtin li ser hate kirin, Hevpeymaniya Kurdistanî bû, ku giring e firakisyonên Kurdistanî di Parlamentoya Iraqê de hevdeng û hevhelwêst bin, nemaze derbarê guhertina destûr.”